TR KU SO
FB X
Cîhan

Tîma FBIyê çû Minbicê | Li ser êrîsê lêkolîn da destpêkirin

Admin S
Nivîskar
📅 18 rêbendan 2019 19:40

PeyamaKurd – Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku dê FBI lêkolînê li ser êrîşa Minbicê ku 2 ji wan leşker û 2 hemwelatiyên Amerîkî jî can dabûn.

Li gor ragihandina SOHRê ku dispêre çavkaniyên herêmî, polîsên Buroya Lêkolînên Federal (FBI) doh 17ê Çileyê çûn Minbicê û lêkolîn li cihê bûyerê û restorana teqîn lê çêbûbû dane destpêkirin.

FBIyê sala 1986an ji bo bûyerên terorkirina hemwelatiyên Amerîkî ji kongreyê destûra lêkolînê wergirtiye.

Êrîşa Minbicê li dema dewriyeya leşkerên Amerîkî pêk hatibû û rêxistina terorîst DAIŞê berpirsiyariya wê li xwe girtibû.

Parve bike: