TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye: 2 kestiyên din jî bi rê ketin

Ruken güler
Nivîskar
📅 08 tebax 2022 19:01

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê ve hat ragihandin ku 2 keştiyên din ên zad, ji Ukraynayê bi rê ketine. Li gorî daxuyaniyê, keştiyên ku duh jî bi rê ketine, dê li Stenbolê rawestin da ku venêrîna wan bê kirin.

Di daxuyaniya wezaretê ya ku hat parvekirin de hat eşkerekirin ku vê sibehê keştiya bi navê ‘SACURA’ ku 11 hezar ton soya lê barkiriye da ku biçe Îtalyayê, ji Yuzniyê ber bi İskenderunê ve û keştiya bi navê ‘ARIZONA’ ku 48 hezar ton gilgil (misir) lê barkiriye, ji Çernomorskê bi rê ketine.

Ji aliyê wezaretê ve hat ragihandin ku 4 keştiyên ku duh bi rê ketibûn, îro danê êvarê dê li Stenbolê rawestin û dê venêrîna wan bê kirin. Her wiha hat zanîn ku duh jî keştiya bi navê ‘Rojen’ a ku li Stenbolê ji bo venêrînê rawestiyabû, piştî venêrîn bi dawî hat, car din ber bi İngiltereyê bi rê ketiye.

Parve bike: