Tirkiye | 6 berpirsên bilind û perwerdekarê 2000 DAISiyan hatin girtin
PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku di encama operasyoneke 5 bajaran ku navenda wê bajarê Osmaniye bû de, 7 gumandarên endamên DAIŞê hatin desteserkirin.
Hat zanîn ku yek ji wan kesên desteserkirî, berpirsê perwerdehiyê yê kampên DAIŞê bûye ku heta niha bi qasî hezar 500- 2 hezar terorîstên DAIŞê perwerde kirine.
Operasyona navborî ya dijî DAIŞê doh li bajarên Osmaniye, Stenbol, Entab, Kilîs û Bûrsayê encam daye û emîrê DAIŞê yê zekatê û perwerdehiya kampên leşkerî de jî hatiye desteserkirin.
Herwiha li gorî daxuyaniya wezaretê, ji wan 7 kesan 2 endamên DAIŞê jî berpirsên veguhestina terorîstan, lojîstîk û dabînkirina çekan ên kampên DAIŞê bûne.
4 kesên din jî endamên paye bilind ên rêxistinê bûne ku hemû li Tirkiyê hatine girtin.
Bi taybet piştî operasyona ser Rojavayê Kurdistanê ku welatên ewropî û raya giştî ya cîhanê bertekên tund nîşanî Tirkiyê dide û tawanbariyên wekî piştgiriya DAIŞê dike tên parvekirin, ev çend roj in li Tirkiyê operasyonên desteserkirina DAIŞiyan têne kirin.