TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye, Arabistana Saûdiyê û Pakistan peymana bergiriya sêqolî îmza kirin

Admin M
Nivîskar
📅 07 tebax 2026 14:15

PeyamaKurd – Tirkiye, Arabistana Saûdiyê û Pakistan peymana bergiriyê ya sêqolî ya bi navê “Peymana Mekke” îmza kirin. Li gor peymanê; eger êrîş here ser yek welatekî ji wan sê welatan, weka ew êrîş çûbe ser her sê welatan dê qebûl bibe.

Hat ragihandin ku hêza leşkerî ya Tirkiyê, hêza nuklerî ya Pakistanê û giraniya Erebistana Saûdiyê li ser herêmê kiriye ku her sê dewlet vê peymanê çêbikin.

Peyman, di wexta ku şerê di navbera DYA û Îranê de geşe, hatiye îmzakirin. Bi peymanê hat aramanckirin ku li dijî tehdîdên leşkerî her sê dewlet bi hevre tevbigerin û ewlehiya axa hev biparêzin.

Di çarçova hevkariyê de serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan çû Erebistanê û bi welîehdê Erebistanê bi Muhammed bin Selman re li Mekkeyê hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de wezîr Hakan Fidan, serokê MİTê İbrahim Kalın, balyozê Tirkiyê yê Riyadê Emrullah İşler û sekreterê taybet yê Erdoğan Hasan Doğan amade bûn.

Dê çawa peymanê bicîh bînin, xalên wê diyar nîne. Mînak; Pakistan û Hindistan- Afganistan pir caran êrîşê hev dikin, Hûsî li Erebistanê dixin. Gelo wê Tirkiye leşkerên xwe bişîna Erebistanê û Pakistanê nayê zanîn.

Parve bike: