Cîhan
Tirkiyê bertek ji nexseya serweriya Yunanistan a Yekîtiya Ewropa re nîsan da
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser nîşandana Derya Egeyê û Deryaya Spî di nexşeya serweriya Yunanistanê de, bertek nîşan da.
Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku Enqereyê hişyariyên pêwîst li aliyan kirine û hemû tedbîrên xwe li Deryaya Ege û Behra Spî wergirtine.
Herwiha Enqereyê diyar kiriye ku ew binpêkirina mafên Tirkiyeyê qebûl nakin û hatiye bibîrxistin ku ti rayeya Yekîtiya Ewropayê tune ye derbarê nakokiyên serweriya deryayî de nêrîn û daxuyaniya xwe eşkere bike.
Wezaretê diyar kirey, “Wek aliyekî meselê tevgerîna Yekîtiya Ewropaylê, çareseriya pirsgirêkan dixe zehmetiyê.”