Cîhan
Tirkiye bo 5 dewletên Ewrûpayê vîzeyê rakir
PeyamaKurd- Berdevkê wezareta karên derve ya Tirkiyê Hami Aksoy ragihand ku Tirkiye bo hemwelatiyên Hirwatistan, Îrlanda, Malta, Portekîz û Norweçê vîze rakiriye. Bi rakirina vîzeyê re Tirkiye dixwaze tûrîzma xwe bipêş bixe û hem têkiliyên dualî bi wan welatan re bipêş bixe. Hami Aksoy weha got:
“Bo bi welatên Schengenê re wekhevî çêbibe me bo welatên Hirwatistan, Îrlanda, Malta, Portekîz û Norweçê vîzeyê rakir. Hemwelatiyên van welatan ji 2yê adarê û pêde dema bo geştûguzariyê werin Tirkiyê di nava 6 mehan(180 roj) de dikarin 3 meh (90 roj) bê vîze li Tirkiyê bimînin.”