TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye: Bo avakirina komîsyona F-35 an em negihan encamê

Admin M
Nivîskar
📅 07 sibat 2020 03:46

PeyamaKurd- Berdevkê serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalın îro piştî civîna kabîneya hukumeta Tirkiyê derket ber çapemeniyê û di gelek mijaran de agahiyan ragihand ku yek ji wan mijara avakirina komîsyona bi Amerîkayê re bo kirîna balafirên F-35an bû. Kalın weha got:

“Mixabin heya niha hevdîtinên bo avakirina komîsyona F-35 an de,me ti encamekî bidest nexist. Fikra avakirina komîsyonê di meha cotmehê de, di hevdîtina ku me bi Amerîka re kiribû de hatibû rojevê. Di hevdîtinên me de encama ku xuya dike; heya S-400 li Tirkiyê bin, wê F-400an nedin me. Teklîfa me hêjî li ser masêye û me teklîfa xwe dubare kir.”

Parve bike: