Cîhan
Tirkiye bo jinên DEASê bi Bexda re ket nav têkiliyan
Li Iraqê di derbarê 16 jinên endamên DEAŞê ku niha bo wan biryara îdamê li Bexdayê hatiye dayîn, bi Bexdayê re ket nava têkiliyan. Her 16 jin hemwelatiyên Tirkiyê ne.
Têkilî ji aliyê balyozê Tirkiyê yê Bexdayê û ji aliyê MİTa Tirkiyê ve, bi Bexdayê re tê meşandin. Hat ragihandin ku bi van têkiliyan karibûne jinan li yek navendekê bicivînin da karibin nehêlin ku jinan îdam bikin.
Li gor agahiya BBC yê; çavkaniyeka dîplomatîk gotiye: “Balyozxana me û yekîneyên me yên din, li gor hatina agahiyan, dikarin di mijarê de tevbigerin.”
Li Bexdayê bo 16 jinên ji Tirkiyê, bi ûcba ku endamên DEAŞê ne, cezayê îdamê dabûn wan û yek ji wan jî bi cezayê muebbed hatibû cezakirin.