Cîhan
Tirkiye car din bû endamê Konseya IMO yê
PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Tirkiyê bi nivîskî ragihand ku hilbijartina endamtiya konseya IMO yê li payîtexta Brîtanyayê li Londrayê çêbûye. Di ragihandinê de hat gotin ku di çarçoveya civîna giştî ya 31 emîn de, Tirkiye car din hatiye hilbijartin bo endamtiya konseya IMO yê.
IMO rêxistineka Neteweyên Hevgirtî ye ku di seha ewlekariya behrê, parastina peravan û karên teknîkî ya deryavaniyê dike. Hilbijartin îro hat kirin.