TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye: Cezayên Amerîka ti bandorê li me nakin!

Admin H
Nivîskar
📅 17 berfanbar 2020 20:06

PeyamaKurd - Serokê Pîşesaziya Berevaniya Tirkiyê Îsmaîl Demir, li ser cezayên ku bi hinceta S-400an Amerîkayê bi ser Tirkiyê de sepandine got, ji ber ku piraniya projeyên wan bi rêya kompaniyên cuda dimeşin, nakevin ber cezayan û ti bandorekê li ser pîşesaziya berevaniya Tirkiyê nake.

Serokê Pîşesaziya Berevaniya Tirkiyê Îsmaîl Demir ji ajansa fermî ya Tirkiyê AAyê re axiviye û diyer kiriye, cezayên Amerîkayê yên CAATSAyê, wê bandorê li Wezareta Berevaniya Tirkiyê û artêşa tirk nekin.

Demir gotiye herwiha pêwîstiya wan bi peydakirina fînansê nîne û heta niha jî çênebûye û daye xuyakirin, sîstema S-400 a ku wan kiriye di asta xwe de sîstema berevaniya asmanî ya yekemîn e.

Demir ragihandiye ku tenê cezayê Amerîkayê li ser saziyekê û 4 kesan hatine sepandin.

Parve bike: