TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye: Di 90 rojî de HSD wê ji Minbicê derkeve!

Admin V
Nivîskar
📅 16 hezîran 2018 17:30

PeyamaKurd- Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim ragihand ku  PYD û YPG wê di 90 rojî de ji bajarê Minbicê derkevin.

Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim ji çapemeniya Tirkiyê re axivî û got ku Tirkiye û Amerîkayê peymaneke 90 rojî bi hev re îmze kirine. Ji gorî vê peymanê şaxên PKKê; PYD û YPG divê di 90 rojî de ji bajarê Minbicê derkeve. Divê bajar, teslîmî rêvebiriya niştecihî were kirin. Bi israra Tirkiyê ev geşedan çêbûn.

Binali Yildirim wiha berdewam kir: Me çi got; me got em îro li El-Babê ne, siba li Efrînê ne û ku lazim bibe, em ê herin Minbicê jî. Ji bo me feqa Rojhilat û Rojavayê Firatê nîn e. Li kû derê ji bo Tirkiyê tehdîdek hebe, em ê li dijî wê şer bikin.

Parve bike: