Cîhan
Tirkiye: Em amade ne rûpeleka nû bi Amerîkayê re vekin
PeyamaKurd- Berya Recep Tayip Erdoğan ê serokê komara Tirkiyê here seredana Amerîkayê, ji serokatiya Tirkiyê, berpirsê ragihandinê Fahrettin Altun hinek daxuyaniyan da. Altun got ku ev hevdîtina bi Trump re ya herî krîtîk e. Altun behsa S-400an kir ku mijara herî talûkeye di navbera her dû dewletan de û bo Bloombergê weha got:,
“Ez bawerim wê hevdîtineka rast û dirist bikin. Wê her dû serok karibin rêyeka maqûl peyda bikin û mijarê çareser bikin. Gelek mijar hene ku divê di navbera her dû dewletan de çareser bibin. Mijara NATO yê ya F-35an, ya Sûriyê ya petrola Sûriyê hene.”