TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye: Em ji biryara referandûmê ya li Donbasê endîse dikin

Admin M
Nivîskar
📅 22 îlon 2022 03:17

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê li ser biryara herêmên Ûkraynayê ku niha di bin destê Rûsya de ne, ku wê Rûsya li wan referandûmê bike, daxwuyanî da. Wezaret di daxwuyaniya xwe de got ku ew ji biryarê bi endîşe ne. Wezaret weha got:

“Li Ûkraynayê li hinek herêmên ku di bin kontrola Rûsya de ne, em ji hewlên referandûmê yên yek alî endîşe dikin. Kiryarên weha ku hema me kir û qediya, ji aliyê civaka navdewletî de nayên naskirin. Kiryarên weha di vejandina pêvajoya dîplomasiyê de, wê astengiyan biafirîne û bike ku îstîqrar zêdetir xerab bibe.

Em ji wexta îlhaqa Kirimê ya sala 2014an heya niha dibêjin ku em destekê didin yekîtiya axa Ûkraynayê, serxwebûna wê û desthilata wê û em amade ne ji bo şer biqede çi bikeve ser milên me em bikin.”

Parve bike: