TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye: Em naxwazin bi Rûsya re werin hemberî hev

Admin H
Nivîskar
📅 02 adar 2020 19:48

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku li dijî rejîma Sûriyê Operasyona Mertalê Biharê li gorî hatiye plankirin berdewam dike û ji Rûsyayê jî dixwazin, ji bo hêzên rejîmê vekişin çarçoveya rêkeftina Soçiyê bandora xwe nîşan bide.

Akar got ku bi awayekî serkeftî operasyona wan berdewam dike û bi awayê herî tund bersiva hêzên rejîma Sûriyê didin.

Wezîrê tirk diyar kir ku hevdîtinên wan bi Rûsyayê re dewam dikin û ti hizreke wan a ew û Rûsya li meydana şer werin beramberî hev nîne ku divê herkes vê bizane.

Parve bike: