Cîhan
Tirkiyê gestên asmanî yên Îran û Afganistanê rawestandin
PeyamaKurd – Berdevkê Rêveberiya Hêla Asmanî ya Îranê Maksud Esedî Samanî ragihand ku Tirkiyê hemû geştên asmanî yên bi Îranê re rawestandine.
Berpirsê Îranî ragihandiye ku sedema betalkirina geştên asmanî bo Îranê zêdebûna belavbûna vîrusa koronayê hatiye nîşandan û li ser daxwaza Tirkiyê sefer hatine rawestandin.
Herwiha Tirkiyê ragihandiye ku wan geştên asmanî yên ligel Îranê û Afganistanê bi sedema rêgiriyên belavbûna koronayê rawestandine û ew biryar doh ketiye warê cîbicîkirinê.