Tirkiyê hatina sanda Îranê red kir û got, Skype heye!
PeyamaKurd - Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku Îranê xwestiye ji bo wergirtina zanyariyên derbarê vîrûsa koronayê de şandekê bişîne Tirkiyê, lê wan ji rayedarên Îranê re gotiye ku şanda xwe neşînin, em bi rêya Skype peywendiyê bikin.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettin Koca da xuyakirin ku piştî Çînê herî zêde li Îranê xelk ji ber vîrûsa koronaya nû (Covid-19) mirine û got, Îranê gelek dereng cidiyeta metirsiya vîrûsa koronayê fahm kir.
Koca got: “Li Îranê bi awayeke lez vîrûsa koronayê belav bû. Me pêşniyar kir ku deriyên bajarê Qumê bigirin, lê wan got ku pêwîst nake. Niha jî piştî ku rewş cidî bûye, daxwaza alîkariyê dikin û dibêjin em dê çawa li hemberî koronayê tevbigerin.”
Wezîrê tirk da zanîn ku Îranê xwestiye şandeke xwe bişîne Tirkiyê, ji bo ji Destaya Zanîstî ya Tirkiyê derbarê vîrûsa koronayê hinek zanyarîyan werbigirin, lê wan ew daxwaza Îranê red kiriye û ji wan re gotine hewce nake hûn werin, Skype heye û em dikarin bi rêya wê danûstandinan bikin.
Koca destnîşan kiriye ku her diçe li Çîn û çend welatên din rêjeya belavbûna vîrûsa koronayê kêm dibe, lê li Îranê berevajî wê zêde dibe.
Li Îranê ji doh ve heta îro 15 kesên din bi vîrûsa koronayê mirine û hejmara pêketiyên vîrusê jî gihîştiye 92 kesan.
Li gorî daxuyaniyên fermî hîn li Tirkiyê di kesî de vîrûsa korona nehatiye tesbît kirin.