TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye ji biryara Amerîkayê bi guman e!

📅 07 mijdar 2018 03:56

PeyamaKurd – Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihand, em biryara Amerîka ya li ser berpirsên PKKyî bi ihtiyat pêşwazî dikin. Ev pêngava Amerika jî, dereng ma ye.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, der heqê daxuyaniya Amerîkayê ya li ser 3 berpirsên PKKê bi daxuyaniyekê ragihand: “Em biryara Amerîka ya li ser berpirsên PKKê bi ihtiyat pêşwazî dikin. Ev pêngav dereng mabe jî erênî ye, lê di wêneyê mezin de, heke ji bo veşartina rewşa PYD/YPGê be ev xepandinek e û ev yek di van 2-3 rojan de, wê derkeve holê.”

Balyozxaneya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di çarçoveya bernameya ‘Bo Edaletê Mûkafat’ê de bo dîtina 3 berpirsên PKKê ku Murat Karayilan, Cemil Bayik û Duran Kalkan mûkafat daniye. Herwiha hatibû diyar kirin, ku kesên îxbara cihên wan bikin dê werin xelatkirin.   

Parve bike: