Cîhan
Tirkiyê ji bo agirbesta Libyayê ‘sertek’ danî
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di hevpeyvîneke ligel rojnameya Financial Timesê de, ji bo ragihandina agirbesta Libyayê diyar kir ku tenê şertekî wan heye ew jî vekişîna hêzên General Xelîfe Hefter ji bajarê Sirteyê ye.
Çavuşoglu ji bo qebûlkirina agirbestê ji aliyê hikûmeta Wîfaqa piştgiriya wê dikin şertê xwe eşkere kir û got, ew jî vekişîna hêzên Hefter ji rojava û herêmên navîn ên Libyayê ye.
Wezîrê Tirk daye xuyakirin, Hefter hîn ji Sirte û Cufrayê venekişiyaye û ev jî dixwazkariya wan êrîşan tîne bîra mirov.