Tirkiye | Krîza 10 balyozan bi vê daxuyaniyê çareser bû
PeyamaKurd – Balyozên Amerîka jî di nav de 10 welatên Ewropayê yên li Enqereyê, 18ê Cotmehê bi daxuyaniyekê daxwaza berdana Karsaz û Çalakvanê sivîl Osman Kavala ji Tirkiyê kiribûn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî ew 10 balyoz wekî ‘mirovên nexwestî’ îlan kiribû û fermana dersînorkirina wan dabû wezareta derve.
Li ser daxuyaniyên Erdogan hejmarek ji wan welatên balyozxaneyên wan daxuyanî dane bertek nîşanî Erdogan û Tirkiyê dabûn û gotibûn, ew li pişt wê daxuyaniyê ne.
Biryar bû îro li civîna kabîneya hikûmeta Tirkiyê bi seroktiya Erdogan mijar were gotûbêjkirin û helwesta Tirkiyê ya bo wan balyozan were eşkere kirin.
Beriya civîna kabîneyê Balyozxaneya Amerîka ya Enqerê li ser medya civakî daxuyaniyeke bi yek hevokê belav kir û got, ew pabendî madeya 41 ya peymana Viyenayê ne ku ew made taybet e bi rêzgirtina li yasayên welatan.
Piştî vê daxuyanî hat ragihandin ku Erdogan ew daxuyanî bi erênî pêşwazî kiriye û biryara ‘mirovên nexwestî’ û deportkirina balyozan betal kiriye û bi vî awayî jî krîza ku bi daxuyaniya 10 balyozên welatan derketibû çareser bûye.