TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiyê niyet dike ku li Babê zanîngehê veke!

Admin V
Nivîskar
📅 05 tebax 2018 12:04

PeyamaKurd- Zanîngeha Tirkiyê ya bi navê “Harran Üniversitesi”  xwe amade dike ku li Sûriyê li bajarê navçeya Babê zanîngehê veke. Navçeya Babê di bin qontrola Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê de ye.

Zanîngeh dixwaze şeş beşên cuda veke û di van beşan de perwerdehiyê bike. Perwerdehî jî wê bi zimanê Tirkî, Erebî û Îngîlîzî be.

Serokê Zanîngeha Herranê Ramazan Taşlan got ku beşên zanîngehê wê bi piranî li ser endezyariyê bin û xwendevan wê du salan li Babê bixwînin, û du salên dawî jî wê li Tirkiyê bixwînin.

Parve bike: