Tirkiyê S-400ên Rûsî firotin: Navê du welatan derbas dibe
PeyamaKurd - Nivîskarê nêzîkî desthilata AK Partiyê Abdulkadir Selvi, di nivîsa xwe ya îro 10ê Tîrmehê de ragihand ku Tirkiyeyê pergala parastina esmanî ya S-400an a ku berê ji Rûsyayê kirîbû, firotiye welatekî sêyem.
Selvi destnîşan kir ku li gorî agahiyên ku wî bi dest xistine, ev biryara firotinê îro tê eşkere kirin û ev sîstema parastina asmanî ber bi welatekî herêma Kendavê ve diçe ku dibe ew welat Îmarata Erebî yan jî Qeter be.
Nivîskarê Tirk bal kişand ser ku şeva borî hemû pirsgirêkên dawî yên teknîkî û îdarî hatine çareser kirin û gihîştine qonaxa dawî, lê ji bo piştrastkirina navê welat diyar kir ku ya herî baş ew e ku em li benda daxuyaniya fermî ya saziyan bin.
Rakirina cezayên CAATSAyê û soza sêalî ya Donald Trump
Herwiha Selvi ragihand ku piştî vê pêngava firotinê, dê cezayên giran ên CAATSAyê yên ku Amerîkayê li ser pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê sepandibûn werin rakirin.
Li gorî plana nû Serokê Amerîkayê Donald Trump dê nameyeke taybet ji Kongreya Amerîkayê re bişîne û li ser navê Enqereyê sê sozên krîtîk bide; ku ev soz neçalakkirina S-400an, nebûna xwedîtiya Tirkiyeyê li ser vê sîstemê û nebûna peywendiyên bi vî rengî yên ligel Rûsyayê ne.
Ev lihevkirina nû rûpeleke nû di têkiliyên dualî de vedike, çimkî Washingtonê ji sala 2019an ve ji ber kirîna van 2 pergalên parastinê û 128 moşekan, Tirkiye ji projeya balafirên şer ên F-35an derxistibû û firotina motorên balafiran qedexe kiribû.