Tirkiye û Amerîka, dê cara sêyem bazarê bikin
PeyamaKurd- Hevdîtinên navbera Tirkiye û Amerîkayê yên li ser balafirên şer ên F-16, cara sêyemîn dê werin kirin. Li gorî ragihandina rayedarên Amerîkayê, hevdîtin ji ber hin proseyan xeternak e.
Ji aliyê rayedarên Amerîkî ve hat ragihandin ku dê hevdîtinên li ser bazara F16an a cara sêyemîn, di 15ê Tebaxê de were kirin. Hat ragihandin ku ji ber hevdîtin li ser yasaya mercên ku Meclisa Nûneran a Amerîkayê erê kirbû tê kirin, dê hevdîtineke xeternak be.
Hevdîtinan, 2 sal berê dest pê kiribû
Hevdîtina yekemîn a bazara balafirên şerî, cara yekemîn di berfanbara 2020î de cara duyemîn jî di sibata 2022yan de hatibû kirin. Hat ragihandin ku hevdîtina sêyemîn jî dê li Amerîkayê bê kirin.
Li gorî nirxandinên tên kirin, ji ber ku Tirkiyeyê di navbera Rusya û Ukraynayê de rista korîdora zad hilgirt, ev yek dê weke serkeftina Tirkiyeyê were dîtin û li ser vê yekê jî tê payîn ku ji bo Amerîka balafiran bifiroşe Tirkiyeyê, dibe ku hinek hêsaniyê bike.
Fermandariya Hêzên Hewayî ya Tirkiyeyê, ji Amerîkayê daxwaza 40 heb balafirên F-16 Blok 70 û 79 heb balafirên F-16 Blok 40 dike.