Tirkiye | Vekisîna Amerîkayê barê Tirkiyê girantir dike
PeyamaKurd - Balyozê berê yê Tirkiyeyê li Amerîkayê Faruk Logoglu li ser karvedana piştî biryara vekişîna ji Sûriyê ya Amerîkayê axivî û got, heger şerê dijî DAIŞê bi ser nekeve, Amerîka û Ewropa dê Tirkiyê berpirsiyar bibînin û destnîşan kir, biryara vekişînê barê Tirkiyê girantir dike.
Logoglu ji medyaya Tirkiyê re da xuyakirin, vekişîna Amerîkayê nayê wê wateyê ku Amerîka dest ji Sûriyê berdaye û dê di warê siyasî û dîplomatîk de giraniya Amerîkayê berdewam bike.
Logoglu got, “Vekişîna Amerîkayê nayê wateya erêkirina operasyona Tirkiyê ya li dijî rojhilatê Firatê jî. Amerîka bi vekişîna xwe barê Tirkiyê sivik nekiriye, belkî girantir kiriye û Tirkiye erkê şerê DAÎŞê girtiye ser xwe. Heger bi ser nekeve Amerîka û Ewropa dê ji êrîşên terorî yên DAIŞê, Tirkiyê berpirsiyar bigirin.”