TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye: Wê li Iraqê operasyona PKKê çêbibe

Admin M
Nivîskar
📅 08 adar 2018 20:51

Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu ragihand ku wê bi bi hukumeta Iraqê re operasyoneka hevpar bo ser PKKê bikin.

Çavuşoğlu ragihandinê ji Avûstûryayê kir. Çavûşoğlu weha got: “ Wê operasyona Efrînê heya gulanê biqede. Wê li Iraqê jî di derveyê sînorê me de operasyon çêbibe. Em û hukumeta Iraqê em ê bihev re bikin. Hereketa ser Efrînê neqede jî em dikarin her dû operasyonan bi hevre bikin. Ew qeweta me heye.”

Ji gotinên Çavuşoğlu diyare ku wê operasyon bikeve piştî hilbijartinên Iraqê û berê jî Tirkiye ragihand ku wê operasyona Efrînê di gulanê de biqede.

Parve bike: