Cîhan
Tirkiye: YPG wê Minbicê derkeve!
PeyamaKurd- Di derbarê rewşa Minbicê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu daxuyaniyek da û got YPG wê Minbicê derkeve û Tirkiye wê, wê derê qontrol bike.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu di 4ê Hezîranê de wê here paytexta Amerîkayê Washingtonê û li wê derê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re civînekê li dar bixe.
Berî civînê, Çavuşoglu wiha axivî: YPG wê ji Minbicê derkeve, Tikiye wê qontrol bike. Amerîka dixwaze pêwendiyên Qendîlê ji wir derbixe. Piştî vê re em ê ji bo Pêşeroja Minbicê nexşerêyekê bi hev re amade bikin.