Tom Barrack di rêya telefonê de Ali Zaidi pîroz kir
PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê DYAyê yê Rojhilata Navîn û hem balyozê Ankara yê DYAyê Tom Barrack di rêya telefonê de li serokwezîrê nû yê ku ji bo Iraqê hatiye erkdarkirin li Ali Falih Zaîdî geriya.
Di axaftina her dû terefan de behsa xwurtkirina pêwendiyên her dû terefan yên stratejik hat kirin
Barrack, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku ew telefon kiriye bo Zaidi, hem bi sedema erkdarkirina avakirina hukumeta nû ya Iraqê wî pîroz kiriye. Zaidi, di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:
“Bi şeklê ku têkiliyên navbera her dû dewletan baş birûne, zêdekirin û firehkirina sehayên hevkariyên cuda û li ser dîtina rêyên xwurtkirina pêwendiyên navbera Iraq-DYAyê em axifîn.”
Ali Falih Zaidi, di 26 Nîsan 2026an de Çarçova partiyên Şîa desthilatê danê da kabîna nûh ava bike.
Balyozxana DYA ya Iraqê ji Zaidi re serkeftinê xwest û got kabîna ku nûh ava bikin divê xwediyê şiyanên bersiva daxwazên temamê pêkhateyên Iraqê be.
Trump jî li namzedê serokwezîtiyê yê Iraqê Zaidi geriyabû û wî dawetî Washingtonê kiribû.