TR KU SO
FB X
Cîhan

Tom Barrack: Sûriye naxwaze li dijî Îsraîlê ser bike

Admin L
Nivîskar
📅 12 berfanbar 2025 12:05

PeyamaKurd – Balyozê Amerîkayê yê li Enqerê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack diyar kir ku Amerîka û Sûriyeyê vê dawiyê neh şaneyên Hizbullahê û çend hêmanên DAIŞê ji holê rakirine.

Doh di daxuyaniyekê de Barrack got, niyeta Sûriyeyê li dijî Îsraîlê şer bike tune û tenê li ser şerê şervanên biyanî û komên çekdar ên neqanûnî disekine.

Barrack destnîşan kir ku Amerîka û Sûriyeyê vê dawiyê neh şaneyên Hizbullahê û çend hêmanên DAIŞê ji holê rakirine û got, "Di danûstandinên Sûrî-Îsraîlê de pêşketin heye, lê danûstandin bi baldarî û nazikî têne kirin. Sûriye niha ji bo Îsraîlê cihê herî ewle ye ji aliyê ewlehiyê ve."

Tom Barrack wiha domand:

"Îsraîl dixwaze bi Sûriyeyê re di derbarê deverên sînor de lihevkirinekê bike. Ger Sûriye nexwaze li seranserê hemû sînoran şer bike, neçar e ku ji bo Îsraîlê jî heman tiştî bike."

 
Parve bike: