TR KU SO
FB X
Cîhan

Trablûsê kirin gola xwînê

Admin M
Nivîskar
📅 31 tebax 2018 22:36

PeyamaKurd- Li payîtexta Lîbyayê li Trablûsê ev 4 rojin ku şer û pevçûn dewam dike. Di encama 4 rojan de 41 kes hatin kuştin 123 kes jî birîndar bûn.

Şerê li Payîtexta Lîbyayê her diçe dijwartir dibe. Şer di navbera hukumeta mutabaqatê ya Lîbya û Tûgaya 7 an de dewam dike. Di şer de sîlihên navçe û giran tên bikaranîn.

Şerê navbera her dû aliyan li ser ku Tûgaya 7an dixwaze hinek deverên dinan bixe destê xwe destpêkiriye. Neteweyên Hevgirtî tenê hukumeta rêvebir weka temsîlkarê dewleta Lîbyayê nasdike û Tûgayê bi astengkirina aştiya Lîbyayê tewan dike.

Parve bike: