TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Amerîka ne li dijî saziyên sivîl ên nukleerî ye

Admin H
Nivîskar
📅 23 tîrmeh 2026 17:02

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump îro 23yê Tîrmeha 2026an eşkere kir ku Wezareta Enerjiyê ya Amerîkayê û Erebistana Siûdî li ser rêkeftineke nukleerî ya sivîl gihîştine hevtêgihîştinê.

Trump got ku ev peyman tenê ji bo armancên sivîl e û tu pêvajoyên dewlemendkirina uranyumê li xwe nagire. Serokê Amerîkayê bal kişand ser ku ev gav dişibe rêkeftinên ku welatên wekî Îmaratê berê ligel Washingtonê îmze kiribûn daku rê li ber aloziyên leşkerî bê girtin.

Mercê sereke: Rêkeftina Aştiyê ya Îbrahîmî

Di berdewamiya daxuyaniyê de Donald Trump tekez kir ku DYA ne li dijî avakirina bingeh û saziyên nukleerî yên sivîl e, lê bicihanîna vê projeyê bi temamî bi helwesta siyasî ya Riyadê ve girêdayî ye.

Trump da zanîn ku mercê wan ê bingehîn ji bo pesendkirina vê lihevkirinê "pabendbûna Erebistana Siûdî ya bi Rêkeftina Aştiyê ya Îbrahîmî" ye û ev peymana aştiyê wekî pêngaveke serkeftî û xwedî pêgeheke girîng bi nav kir.

Parve bike: