"Trump bê qeyd û sert bo hevdîtina bi Rûhanî re amade ye"
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku serokê Amerîkayê Donald Trump bê qeyd û şert bo hevdîtina bi serokê Îranê Hesen Rûhanî re amade ye. Pompeo û wezîrê Xezînê yê Amerîkayê Steven Mnuchin di dema îmzekirina biryarnameya li ser zêdekirina dorpêçan bo li dijî terorê, li Koşka Sipî civîneka çapemeniyê çêkirin. Li ser civîna Neteweyên Hevgirtî ya di dawiya mehê de bêkirin de, Trump ragihandiye ku ti şert û qeydên wî bo dîtina Rûhanî tine ye da di civînê de hev bibînin.
Mnuchin jî li ser îhtîmala hevdîtina Trump û Rûhanî got ku ji her dewletî bêhtir dorpêçê datînin ser Îranê û encamên baş ji dorpêçan distînin. Mnuchin weha dewam kir û got:
“Serok got ku bê qeyd û şert dê bi Hesen Rûhanî re hevdîtin bike lê heya ji destê me tê em zorê didin ser Îranê.”