TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Bi Îranê re lihevkirineke mayînde pêk tînim

Admin H
Nivîskar
📅 22 mijdar 2026 09:45

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di hevpeyvîneke telefonî ya li gel kanala Fox Newsê de li ser aloziya navbera Washington û Tehranê axivî û ragihand ku ew dixwaze bi Îranê re lihevkirineke "mayînde" pêk bîne.

Trump got ku ew ê rê nede ti kesî ku Îran bibe xwedî çekên nukleerî û wiha axivî: "Ez ê lihevkirineke wiha pêk bînim ku 'mayînde' be, da ku eger di nava 4, 15 an jî 20 salên pêş de serokekî me yê biserneketî çêbibe jî, rê li ber wê yekê bigire."

Trump bi rexnekirina pabendnebûna Tehranê li hemberî rêkeftinan diyar kir ku piştî her rêkeftinê ew roja din wê xera dikin.

Her wiha derbarê guhertina rejîmê de anî zimên ku wî girîngiyeke mezin nedaye mijara rejîmê, lê diyar kir ku li gorî wî guhertinên li ser erdê çêbûne dişibin guhertineke bingehîn a rejîmê û anî ziman ku niha li gel danûstandinan dimeşînin.

Parve bike: