Trump: Biden, welêt dikisîne nav ser
PeyamaKurd- Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi siyaseta wî ya derve ya ku di avakirina hevpeymaniya Rusya û Çînê de "pêşengiyê" kiriye, tawanbar kir û diyar kir ku Biden, Amerîkayê dikişîne nav şer.
Donald Trump ku dê di hilbijartinên 2024an de car din bibe namzedê Serokatiya Amerîkayê, serokê niha yê Amerîkayê, bi polîtîkayên ku dimeşîne tawanbar kir û got,
"Rêveberiya Biden rasterast Rusya xistiye destên Çînê. Ev yek nayê qebûlkirin. Dema ku zarok fêrî dîrokê bibin, dê hîn bibin ku qet nayê xwestin Rusya û Çîn bi hev re bin û tifaqê pêk bînin."
Trump bal kişand ser têkiliyên navbera Rusya û Çînê û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:
"Niha tifaqeke wan a mezin û xweş heye. Ji bo Çînê ev bû wekî ku ji zarokekî şîraniyê bistînin. Gelek hêsan bû."
Trump diyar kir ku ji bo ku ji Şerê Cîhanê yê Sêyemîn xilas bibe divê Amerîka were hilbijartin û wiha got: "Ez wekî yekane namzetê ku dikare sozê bide li pêşberî we disekinîm. Ji ber ku ez ji vî şerî bawer dikim, ez ê pêşî li Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bigirim."
Bi vê rêveberiyê re em ê bibin xwedî şerekî cîhanê yê sêyemîn, ji ber ku ew nizanin ka mirov çawa rast biaxive, çawa îşaretên rast bişîne. Gava ku divê nerm bin, hişk in, dema ku nerm bin jî nerm in. Divê dijwar be. Ew nizanin çi dikin. Bi rastî, bi vî rengî em ê bi Çîn û yên din re têkevin Şerê Cîhanê yê Sêyemîn.”