TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Biryara operasyona Îranê dê nêzîk de bê dan

Admin H
Nivîskar
📅 06 mijdar 2026 10:03

PeyamaKurd - Serokê DYAê Donald Trump ragihand ku biryara li ser encamdan an ne encamdana operasyoneke nû ya leşkerî li dijî Îranê dê di demeke nêz de bê dayîn.

Trump di daxuyaniya xwe ya li Qesra Spî de bal kişand ser bernamenameya nûkleerî ya Tahranê û got: "Ez naxwazim tiştên ku li wî welatî mane tune bikim, lê dibe ku ez neçar bim vê yekê bikim.

Tahran bi ti awayî nikare bibe xwediyê çekên nûkleerî."

Di heman demê de gavan dîplomatîk li herêmê bilez bûne; Qeterê bo kêmbûna aloziyê pêşniyareke ji du qonaxan pêk tê pêşkêşî Washington û Tahranê kiriye.

Lê li aliyê din, Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rîzaî li Moskovayê bi Vladimir Putin re civıya û peyama Rêberê Îranê Mujteba Xameneyî gihandê.

Rîzaî tekez kir ku heya 7 mercên wan ên ku ji DYAê re hatine şandin neyên cih, ew ê Tengava Hurmuzê venekin û ti muzakereyê nekin.

Parve bike: