TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump danûstandina li gel Îranê red kir: Wê dorpêç bidome

Admin H
Nivîskar
📅 18 tebax 2026 19:03

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump roja sêşemê 18ê Tebaxa 2026an li ser tora "Truth Social" ragihand ku niha ti nîqaş an danûstendinek li gel Komara Îslamî ya Îranê di rojevê de nîne. Trump teqez kir ku ji bo encamdan û çêkirina hevdîtin an danûstandineke bi wî awayî di paşerojê de jî ti dem an bernameyek nehatiye diyarkirin.

Derbarê gavên leşkerî û aborî yên li hemberî Tehranê de, Serokê Amerîkayê diyar kir ku dorpêça deryayî ya li ser Îranê bi hemû hêz û bandora xwe berdewam e û ti guherîn çênebûye.

Her wiha Trump bal kişand ser rewşa ewlehiya deryayî û ragihand ku piştî paqijkirin û teqandina hemû mayînên deryayî, Tengava Hurmuzê vekirî û çalak e û xeta veguhastina deryayî ya li herêmê hatiye misogerkirin.

Parve bike: