Cîhan
Trump: Dibe ku em dîsa derbeke dijwar li Îranê bixin
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser pêvajoya danûstandinên li gel Îranê peyamên tund dan û careke din vebijarka leşkerî anî rojevê.
Trump, li ser pêşniyarên nû yên Tehranê ku şertên wekî dayîna tazminata şer û vekişandina hêzên Amerîkî li xwe digre helwesteke tund nîşan da û got: “Dibe ku hewce bike em careke din derbeke pir tund û giran li Îranê bixin. Ez hîn bi temamî ji pêngava pêş ne bawer im, lê belê em ê di demeke nêzîk de her tiştî fêm bikin û fêr bibin.”
Ev daxuyaniya Trump di demeke ku Washington guftûgoyên dîplomatîk bi rêya navbeynkaran ligel Îranê dimeşîne hat ku gefên leşkerî jî li ser maseyê dihêle.