Trump: “Êdî Îran zordarê Rojhilata Navîn nîne”
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump li ser endîşeyên xwe yên li Rojhilata Navîn, di ser hesabê xwe yê medya civakî de daxwuyaniyan da û got êdî Îran di Rojhilata Navîn de an ku di herêmê de, ne zordare lê yê ku erka xwe wenda dike ye.
Trump got ku êdî Îran, di dîrokê de cara ewiliye ku erka xwe wenda kiriye û êdî ne zordarê li ser welatên Rojhilata Navîn e. Trump weha got:
“Îran weka dojehê têk diçe, ji cîranê xwe yên Rojhilata Navîn lêborîna xwe xwest û soz da ku wê li wan nexe. Soza ku daye, bi xêra êrîşên DYA û Îsraîlê ye. Îran dixwest Rojhilata Navîn bixe destê xwe û îdare bike. Di nav hezar sala de, li hemberê welatên Rojhilata Navîn, cara yekeme ku têk diçe. Sipasiya min kirin. Heya teslîm bibe an he a bi temamî biroxe, bi îhtîmaleka mezin dê wisa bimîne.
Me rave kiriye ku em ê bi granî lê xin. Bi sedema tevgerên Îranê yên xerab, ew herêmên ku heya niha me nekiriye hedefa xwe, em ê li wan herêman bixin. Hinek herêm û grûbên mirovan dê bi temamî îmha bibin û heya bimrin. Ji ber eleqa we ya we nîşandaye, sipasiya we dikim.”