Trump: Em ê di nêz de derziya Korona bibînin û wê vîrusê têk bibin
PeyamaKurd – Li Amerîkayê xebatên li ser derziya Korona berdewam dikin. Piştî derziya ji aliye kompanya Moderna ya Dermanan a Amerîkî hat dîtin û pêşxistin, Serokê Amerîka Donald Trump diyar kir, ew ê di xebata derziyek din de jî, di çend rojên pêş de derbasî qonaxa dawî bibin.
Trump li Carolina Bakur serdana navendeke bîyoteknolojî kir û li ser xebatên bo derziyên vîrusa Korona axifî.
Trump got, ‘’Di ceribandina vîrusa Korona ya duyem de qonaxa dawî, wê di hundurê çend rojan dest pê bike.’’
Herwiha Trump bal kişand ser xebatên derziya Korona ku salek e berdewam dikin û got, dibe ku xebatên me yê derziya Korona encama herî zû li cîhanê bide.
Donald Trump diyar kir, wê di nêz de derziya vîrusa Korona bibînin û wê vîrusê têk bibin.
Trump di axaftina xwe de bo vîrusa korona careke din got ‘’vîrusa Çînê’’