TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Em nikarin rê bidin Îranê ku cîhanê bi şantajê bitirsîne!

Admin L
Nivîskar
📅 14 nîsan 2026 10:19

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump behsa dorpêça ku ji aliyê Amerîkayê ve li ser Tengava Hurmuzê hatiye sepandin kir û got, "Em nikarin rê bidin welatekî ku cîhanê bitirsîne an jî zorê bide."

Li Qesra Spî bi rojnamevanan re axivî û diyar kir ku Îran dixwaze bi Amerîkayê re peymanekê çêbike.

Trump xetên xwe yên sor ên li ser çekên nukleerî dubare kir û tekez kir ku zexta leşkerî li herêmê wê berdewam bike û got, "Îran gazî me dike. Îro sibê ji aliyê mirovên rast ve gazî me hat kirin û ew dixwazin peymanekê çê bikin."

Trump destnîşan kir ku helwesta wan a li ser çekên nukleerî eşkere ye û got, "Îran wê qet nebe xwediyê çekên nukleerî. Ger ew razî nebin, peyman çênabe."

Trump bi tundî rexne li rejîma Îranê kir û got ku Tehran gefek gerdûnî çêdike û got, "Em nikarin rê bidin welatekî ku cîhanê bitirsîne an jî zorê bide. Û ew tam vê yekê dikin. Ew bi rastî cîhanê bi şantajê ditirsînin û em ê nehêlin ku ev bibe."

Parve bike: