Cîhan
Trump: "Emê li ser Sûriyê biryarên giring bistînin"
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku li ser êrîşa kîmyayî ya li Dûmayê di navbera du rojan da ewê biryarên girîng bistîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, di daxuyaniyekê de diyar kir ku ewê bi artêşê re civînekê pêk bîne û piştî civînê di navbera 48 seetan de ewê biryarên girîng bistîne.
Ev çend roj in tê îdîakirin ku dê Amerîka li Esed bixe. Mattis jî îro got îhtimala mudaxeleya eskerî jî ne ji derve ye.