Cîhan
Trump: Ez bawer nakim Çîn û Rûsya alîkariya Îranê bikin
PeyamaKurd - Serokê DYAê Donald Trump bertek nîşanî îdiayên ku dibêjin Çîn û Rûsya alîkariya Îranê dikin da û diyar kir ku ew bi tu awayî ji vê bawer nake.
Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Truthê ev îdia red kirin û kesên ku van nêrînan tînin ziman wekî "ehmeq û dînên çepgir ên radîkal" bi nav kirin.
Trump bal kişand ser wê yekê ku di navbera her du welatan de gelek tişt hene ku dikarin winda bikin û wiha got: "Eger alîkariyê jî bikin, ev di asteke pir kêm de ye.
Lê belê ez bi tu awayî bawer nakim ku alîkariyê bikin. Tiştekî wisa heba me dê di cih de bizanibûya, ew jî bi awayekî pir zû."