TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Ez ê dorpêça ser Tirkiyê îmze bikim

Admin M
Nivîskar
📅 15 cotmeh 2019 04:28

PeyamaKurd- Trump di ser hesabê xwe yê twitterê de ragihand ku dê di nêz de biryarnameya dorpêça ser Tirkiyê bi sedema operasyona ser Rojava îmze bike. Trump di beyana xwe de weha got:

“ Ez ê di nêz de biryarnameya dorpeça bo ser kesên hukumeta niha û rêvebirên berê yên Tirkiyê, bi sedema li Sûriyê bûne sedema nemana îstîqrarê, îmze bikim.

Wê baca gumrika bo pola û hesin çawa berya gulanê dihat meşandin wê bibe %50. Muzakereyên bo 100 mîlyar dolarî ku bi Tirkiyê re têkirin, dê bê rawestandin.

Kesên ku binpêkirina mafên mirovan dikin, yên agirbesan asteng dikin, kesên nahêlin koçber dagerin ciyên xwe, kesên ku koçberan bi zorê dişînin malên wan an kesên ku li Sûriyê tehdîda huzûrê, aramiyê, ewlekariyê dikin, wê bo wan dorpêçên giran bên danîn.”

Trump di dewama axftina xwe de got ku wan İŞİDê mexlûb kiriye û divê Tirkiyê van destkeftiyan nexe talûkê. Divê Tirkiyê kêmneteweyên Rojava û kêmayînan nexe talûkê û wan biparêze. Sîvîlan nexe hedefa xwe. Trump weha dewam kir:

“Êrîşa leşkerî ya Tirkiye jiyana sîvîlan, aştiya herêmê, ewlekariyê û îstîqrarê tehdîd dike. Min bi zelalî ji Erdoğan re got: Oparsyona Tirkiyê dibe sedema krîza mirovî û bo sûcên şer zemîn amade dike. Divê ji İŞİD iyên ku niha girtîne, wan bixe garantiyê. Mixabin xuya nake ku îşxala Tirkiye problemên mirovî kêm dike.”

Parve bike: