TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump gefa binesaziya enerjiyê xwar, Tehranê bersiv da

Admin H
Nivîskar
📅 22 adar 2026 12:55

PeyamaKurd - Biryargeha Navendî ya Hatemu’l Enbiya ya ser bi Artêşa Pasdarên Îranê ragihand: "Heke ewlehiya binesaziya sotemenî û enerjiyê ya Îranê ji aliyê dijmin ve bê binpêkirin, dê hemû binesaziyên enerjî, teknolojiya agahdarî û saziyên şîrînkirina ava deryayê yên Amerîkayê yên li herêmê bibin hedef."

Serokê DYAyê Donald Trump gef xwaribû ku heke Îran di nava 48 saetan de Tengava Hurmizê bi temamî veneke, ew ê santralên enerjiyê yên wî welatî bikin hedef.

Trump gotibû, "Heke Îran ji niha û pê de di nava 48 saetan de, bêyî tu gefan Tengava Hurmizê bi temamî veneke, DYA dê ji ya herî mezin dest pê bike û santralên enerjiyê yên curbecur ên Îranê bixe û tune bike."

Di daxuyaniya Pasdarên Îranê de jî hate gotin: "Wekî ku me berê jî diyar kiriye; heke ewlehiya binesaziya sotemenî û enerjiyê ya Îranê ji aliyê dijmin ve bê binpêkirin, dê hemû binesaziyên enerjî, teknolojiya agahdarî û saziyên şîrînkirina ava deryayê yên aîdî Amerîkayê yên li herêmê bibin hedef."

Parve bike: