Trump got: Kurê Bîn Ladîn Hamza hat kustin
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku kurê Usame Bîn Ladîn, Hamza Bîn Ladîn di operasyoneka di navbera Afxanistanê û Pakistanê de, di operasyona li dijî terorê ya ku ji aliyê Amerîka de hat kirin de, hat kuştin. Bavê wî Bîn Ladîn di operasyona ku ji aliyê Amerîka de li Pakistanê hatibû kirin, di sala 2011an de hatibû kuştin.
Hefteya berê bûyereka weha ketibû ser rûpelên çapemeniyê lê bi awayeka fermî nehatibû erêkirin. Bi îhtîmaleka mezin dê Hamza Bîn Ladîn biketa çûna bavê xwe. Lewra wezareta karên derve ya Amerîkayê di sala 2017an de Hamza Bîn Ladîn terorîstê navdewletî îlankiribû û di meha sibatê de soz dabû kî di derbarê Hamza de agahî bide, dê 1 mîlyon dolar pere xelat bidê.
Hamza Bîn Ladîn dixwest car din rêxistinê vejîne. Hamza zavayê Muhammed Atta ye ku Atta di êrîşên 11 ê êlûnê de, yên bo ser barûyên bazirganiyê yên Amerîkayê hatibûn kirin, ciyê xwe girtibû. Hamza ji hemwelatiya Erebistana Si’ûdî hatibû derxistin.