TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump gotibû: Ev ne hisyariye lê tehdîd e

Admin M
Nivîskar
📅 02 rêbendan 2020 03:07

PeyamaKurd- Piştî ku serokê Amerîkayê Donald Trump Îranê tehdîd kir, kesên ku sefareta Amerîkayê ya Bexdayê îşxal kiribûn çadirên xwe ji dora sefaretxanê rakirin û vekişiyan. Fermandariya hevpar ya operasyonan ya Iraqê ragihand ku xwepêşandêrên li ber sefareta Amerîkayê ku Haşdî Şabiya nêzî Îranê ne, bi temamî ji herêmê vekişiyane. Fermandariya Operasyonên Hevpar bi nivîskî mijarê weha ragihand:

“Xwepêşandêrên ber sefaretê û dora sefaretê bi temamî vekişiyan û konên ku vegirtibûn rakirin.”

Di beyanê de hat gotin ku ewlekariya sefaretê ji aliyê hêzên Iraqê de tê kirin. Sefaretê ragihand ku teamê karên sefaretê daye rawestandin.

Serokê Amerîkayê Trump gotibû ku di dezgeyên Amerîkayê yên Iraqê de eger kuştin an xesarekî çêbibe, ji wan Îran berpirse û weha dewam kiribû:

“Wê bedeleka mezin bidin. Ev ne hişyarî lê tehdîd e. Salên bextewer dixwazim.”

Parve bike: