Trump: Hurmiz çi bi peyman çi bê peyman wê vebe
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump berî destpêkirina danûstandinên li Pakistanê ragihand ku Tengava Hurmuzê bi peymana li gel Îranê be yan jî bêyî peymanê be, dê careke din were vekirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser rewşa Tengava Hurmizê û danûstandinên bi Îranê re got ku vekirina Tengava Hurmizê ji bo wan erkeke sereke ye û wiha pê de çû: "Tengava Hurmizê bi peymana li gel Îranê be yan jî bêyî peyman be, dê careke din were vekirin."
Trump ji rojnamevanan re diyar kir, ji bo vekirina vê rêya stratejîk a deryayî "pêwîstiya Washingtonê bi ti plana alternatîf nîne".
Piştî 40 rojên şer îro 11ê Nîsanê li Îslamabada paytexta Pakistanê, gera nû ya danûstandinên navbera Washington û Tehranê dest pê dike. Herwiha Trump hêviya serkeftinê ji bo şandeya welatê xwe xwest.