TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Îran neçar e peymana lihevkirinê îmze bike

Admin H
Nivîskar
📅 06 hezîran 2026 11:38

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku serkirdeyên Îranê heta niha ji bo rawestandina şer peymana dawî îmze nekirine, lê di dawiyê de ji bo ku li gel Washingtonê li hev bikin tu vebijêrkên wan ên din nînin.

Trump di hevpeyvîneke ligel kanala NBC Newsê de diyar kir ku Îranî bi hêz û serbilind in û destnîşan kir ku gelek tişt hene ku wan tu carî nefikirîbû bikin lê niha neçar in bikin, ji bo vê yekê jî tenê hinek dem pêwîst e.

Trump ev daxuyanî di demekê de da ku şerê navbera Amerîka û Îranê ketiye meha xwe ya çaremîn û tevî ku ji meha Nîsanê ve agirbest hatiye ragihandin jî, di çend rojên dawî de ji ber êrîşên bi dron û moşekan ên li nêzîkî Tengava Hurmizê alozî dubare derketine holê.

Parve bike: