TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Îran têk diçe û qet nebe xwediyê çekên nukleerî

Admin H
Nivîskar
📅 27 cotmeh 2026 12:11

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li mitîngeke hilbijartinê ya li eyaleta Mississippi ragihand ku operasyonên li dijî Îranê bi serkeftin bi rê ve diçin û got: "Her tiştek baş çû, ew ê pir zû biqede û Îran qet nebe xwediyê sîlahên nukleerî."

Trump diyar kir ku wan bi balafirên bombardûmanê yên B-2 lê daye, 159 gemî û 268 balafirên şer ên Îranê îmhe kirine û bal kişand ser wê yekê ku heke wan ev gav neavêtiba, Îranê dê bi çekên nukleerî ewlehî tehdît bikira.

Serokê Amerîkayê her wiha rexne li serokên berê yên wekî Joe Biden û Barack Obama girt ku di derbarê bernameya nukleerî ya Îranê de ti tiştek nekirine û destnîşan kir ku niha kontrol bi temamî di destê wan de ye.

Trump bal kişand ser serkeftina dorpêça deryayî û da zanîn ku tevî bilindbûna bihayên petrolê jî ji bo ewlehiya cîhanê mecbûr bûn vê operasyonê bikin.

Parve bike: