TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump îzna vekisandina leskeran ji Afxanistanê nedaye

Admin M
Nivîskar
📅 30 berfanbar 2018 21:41

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump du hefte berê ragihandibû ku wê jimara leşkerên Afxanistanê daxîne nîvî lê hêj fermaneka fermî nedaye Pentagonê. Piştî biryara vekişîna ji Sûriyê gotibû ku wê jimara leşkerên Afxanistanê daxîne û ev yek li Washingtonê bû bû sedema munaqeşeyên mezin.

Rêvebirekî Pentagonê ku navê xwe nedaye ragihand ku hêj fermaneka îmzekirî bo Afxanistanê nîne. Berdevkê Pentagonê Yarbay Kone Faulkner bi awayeka nivîskî ji çapemeniyê re weha ragihand:

“ Hêj guhertinekî tine ye. Bi Talîbanê re hevdîtin dewam dikin. Em li ser alternatîvan û hemû bijarteyan şiroveyan dikin. Di şiyanên tevgera artêşa Afxanistanê de, di şiyanên operasyonên hewayî de gelek pêşdeçûn hene. Di jimara balafir û helîkopteran de me jimarê derxist 152an. Niha di artêşa Afxanistanê de 20 hezar tîmên taybet ji aliyê NATO de hatine perwerdekirin.”

Parve bike: