TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump ji bo bûyera Ermeniyan negot "qirkirin"

📅 25 nîsan 2018 02:10

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji bo bûyerên sala 1915an ku Ermenistan û çend welatên din ên Ewropayê wekî 'qira ermenan' pênase dikin, peyva 'felaketa mezin' bikar anî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo bûyerên 1915an ku hîn jî di navbera Tirkiye û Ermenistanê de pirsgirêkeke nehatiye çareserkirin e, gotina ermenîkî ya 'Meds Yeghern' bikar anî ku ew jî tê maneya 'felaketa mezin'.

Herwiha her sal di 24ê Nîsanê de gelê Ermenistanê li hêviyê ne ku ev serpêhate ji aliyê Amerîka wek "Qirkirin" bê naskirin.

Parve bike: