Trump ji bo hilbijartinên Îsraîlê banga piştgiriyê li Netanyahu kir
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji bo hilbijartinên ku dê di 27’ê Cotmehê de li Îsraîlê bêne lidarxistin peyamek parve kir û banga piştgiriyê li Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu kir.
Trump di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hevkariya wan a di operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê de û bang li gelê Îsraîlê kir ku di hilbijartinan de dengê xwe bidin Netanyahu û anî ziman ku "Bibe" serokwezîrekî şervan e.
Trump diyar kir ku di serdema wan de derbeyên giran li aborî û artêşa Îranê hatine xistin û da zanîn ku eger Netanyahu neyê hilbijartin, ew naxwazin Amerîka tenê bi dijminên herêmê re bimînê .
Serokê Amerîkayê got ku divê gelê Îsraîlê di sindoqan de li gel Netanyahu bisekine daku ew karên ku dest pê kirine bi serfirazî bi dawî bikin.